Dêrik … Encûmena xwecihî ya ENKSê civîna xwe ya yasayî li dar xist

Dêrik … Encûmena xwecihî ya ENKSê civîna xwe ya yasayî li dar xist

PDK-S: Roja Sêşemê 30. 06. 2020, encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ve, li ofîsa PDK-S ê, civîna xwe ya yasayî li bajarê Dêrikê li dar xistin bi amadebûna piraniya andaman.

Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.

Herwiha civînê li ser rewşa rêxistinî rawestiyan û gengeşekirin.

Civîn li ser rewşa Siyasî jî rawestiya û gotûbêjkir li ser daxuyaniya li hevkirinê ya ku berî demekê di navbera Encumena niştîmanî ENKS ê û Partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de hatibû ragihandin .

Herweha operasiyonên leşkerî ya, ku ji hêla Tirkiyê ve li Herêma kurdistanê têne kirin bi tundî ev kiryarên ku sivîlan armanc dikin şermezar kirin.

Civîn li ser rewşa civakî ya xelkê li herêmê de axifîn û bi taybet piştî bilindbûna nirxê dolar li hember diravê herêmî û bandora wê yên neyînî li ser rewşa civakî û jiyanê bi giştî gengeşekirin .

Û herwiha endaman di dawiya Civînê de axifîn li ser pêwîstiya giringiyekê bidin ragihandinê, ji ber ku ragihandin xwedî berjewendiyeke mezine di vê qonaxa têde derbas dibin .