Cêfrî: Tu sûd ji danûstandinên Astanayê re tuneye

Cêfrî: Tu sûd ji danûstandinên Astanayê re tuneye

PDK-S: Şandiyê Amerîkî yê Taybet bo Karbarên Sûriyê Cêmis Cêfrî dibêje, Amerîka nabîne ku danûstandinên Astana ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê wê bi sûd be .

Cêmis cêfrî şandiyê Amerîkî yê taybet bo Sûriyê raghand ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ew hemahengiyê bi welatê Tirkiyê re dikin, herweha gelek caran guftûgoyan bi Rûsyayê re jî dikin, lê ti pêwendiya wan bi danûstandinên Astanayê re nîne, û tu karî bi Îranê re nakin .

Ev daxuyaniya Cêfrî hat , ku rja Çarşemê hersê serokên Rûsiya, Tirkiyê û Îranê wê bi rêya vîdyo konferansekê re çareserkirina kirîza Sûriyê guftûgo bikin.