NY Daxwaza serbestberdana girtiyan ji Rêjîm û Aliyên nakûkdar li Sûriyê dike

NY Daxwaza serbestberdana girtiyan ji Rêjîm û Aliyên nakûkdar li Sûriyê dike

PDK-S: Netewên Yekgirtî daxwaza serbestberdana hemû girtî û binçavkiriyan dike .

Gêr Pêdirson şandiyî Navdewletî yê taybet bo Sûriyê roja Sêşemê 30.06.2020, di kongirê Biroksilê yê çarem derbarê rewşa Sûriyê û piştgiriya pêşeroja wî welatî û navçeyê de daxwaz ji rêjîma Esed û tevaya aliyên nakûkdar li Sûriyê kir, ku di zûtirîn dem de hemû girtî û binçavkirî yên di zindanên wan de werne azadkirin .

Herweha Pêdirson dil rehetiya xwe ji rêkeftina agirbesta rawestandina şer li Idilbê nîşan da û hêvî xwest, ku şer li tevaya Sûriyê û btaybetî li Idilbê were rawestandin û kirîza Sûriyê di zûtirîn dem de bidawî were .

Pêdirson got jî egerek mezin heye ku komîteya Distûra Sûriyê ya pêşerojê di rojên bê de dest bi danûstandên xwe heta dawiya vê salê bike .