Helmeta girtina Ciwanan Li Qamişlo, Dirbêsiyê û Tiltemir ji aliyê PYD ve berdewame

Helmeta girtina Ciwanan Li Qamişlo, Dirbêsiyê û Tiltemir ji aliyê PYD ve berdewame

PDK-S: Helmeta girtina ciwanan li bajarên Qamişlo Dirbêsiyê û Til Temir ji aliyê çekdarên PYDê ve berdewame , ewjî bi mebesta desteserkirina ciwanan bo leşkerya neçarî.

Jêdereke taybet ragehand, ku roja 01. 07.2020, serê sibehê çekdarên hêza Hewarê , û polîsê hatinûçûnê û asayîşa peyede dest bi helmeta girtna cwanan li bajarên til tmir , dirbêsyê û qamişlo krin wîrojî ew helmet berdewame.
Jêdera taybet dazanîn ku heta weke neha bi dehan lawên kurd li ser destê çekdarên PYD hatine girtin daku bo leşkeriya neçarî werne birin .

Weke jêdera taybet daye zanîn ku çekdarên PYD xalên pişknînê li bajarê Qamişlo li tevaya rêyên sereke yên bajarê Qamişlo danîne , û herweha li tevaya deryên bazara sereke ya bajar .