Emîndariya giştî ya ENKSê civinek li dar xist

Emîndariya giştî ya ENKSê civinek li dar xist

PDK-S: Îro 08.07. 2020, li ofîsa Partiya Demokrata Kudistan – Sûriya PDK-Sê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civîna xwe ya asayî lidarxist û têde çendîn mijarên girêdayî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêjkir .

Derbarê civîna ENKSê Heyat Qco endama Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê ragehand civîna, ku îro Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li ofîsa xwe li Qamişlo lidarxist civînek asayî bû, û di heman demê de jî ewarte bû ji ber, ku navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hestiyar de derbas dibe û got, eger pêwîst kir ewê her du heftiyan civînekê lidarxin .

Derbarê mijarên ku di civînê de hatin gotubêjkirin Qco got, ku mijara danûstandên navbera herdu aliyên Kurdî - Kurdî mijara herî sereke bû di civînê de, û ew bi hûrgulî li ser rawestiyan herweha behsa rewşa ENKSê di nava opozisyona Sûriyê de û hin mijarên din yên girêdayî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhateyên ku li ser zemînê têne rûdan kirin.