Mihemed Elî: Ewlehiya Kobanê bi hebûna Hêzên Emerîkî li Kobanê girêdaî ye

Mihemed Elî: Ewlehiya Kobanê bi hebûna Hêzên Emerîkî li Kobanê girêdaî ye

PDK-S: Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, got ku Amrîka di dema niha de bingehên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê çemê Feratê bi hêz dike , û rê nade Tirkiya pêşveçûnê di deverên, ku bi hejmûna Amerîkî têne naskirin bike .

Di çarçoveya beşdariyê di bultena ARKê de Mihemed Elî endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ragehand, ku ewlehiya bajarê Kobanê bi hebûna hêzên Amerîkî di bajarê Kobanê de girêdaye , û heta ku hêzên Amerîkî di bajarê Kobanê de ne , Amrîka rê nade Tirkiyê tu operasyonekê encam bide.

Herweha endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya tekez kir, û got ku pêşveçûnên niha li Rojavayê Kurdistanê hene heta radeyekê cihê dil rehetiyêne , ji bo serxistina pirojeya xwe Amerîka bicidî kar li ser nêzîkbûna aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike .