Ebdulkerîm Mihemid: Mebest ji ldarxistina semînaran rûnkirina pêşveçûnên danustandinan ne

Ebdulkerîm Mihemid: Mebest ji ldarxistina semînaran rûnkirina pêşveçûnên danustandinan ne

PDK-S: Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-S got, bi mebesta ronahî xistneke bihtir li ser danûstandinên navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd de, ku têne encamdan , PDK-Sê zincîrek semînar li darxistin.

Di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê Ebdulkerîm Mihemed berpirsê rêxistina giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya ragehand, ku ji bo zanîna nerîna endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya derbarê danûstandinan de , ji Dirbêsiyê heta Dêrkê PDK-Sê semînar ji heval û alîgirên xwere li darxistine.

Herweha Ebdulkerîm Mihmed tekez kir, ku rewşa niha Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe , rewşeke hestiyare û pêwîste tevaya aliyan bi berpirsyarane te'amulê bike.