Şandeke ENKSê seredana kenîseya Siryanî kir

Şandeke ENKSê seredana kenîseya Siryanî kir

PDK-S: Şandeke ENKSê seredana kenîseya Siryanî li bajarê Hesekê kir û hejmarek dose gotubêjkirin.

Roja Înê 24.007.2020, şandeke Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê bi serokatiya Mihemed Ismaîl endamê desteya serokatiya ENKSê seredana kenîseya Siryaniyên Kasolîk li bajarê Hesekê kir, û ji aliyê Xûrî Cozêf Şem'ûn birêvebrê Petiryarkî yê Siryaniyên Kasolîk li Cezîr û Feratê ve hate pêşwazîkirin.

Dwê seredanê de Ismaîl behsa pêkvejiyan û aştiyaneya sivîl li gel hemî pêkhateyan li Kurdistana Sûriyê kir.

Ji aliyê xwe ve Şem'ûn jî spasiya şanda ENKSê li ser wê seredanê kir, û tekez kir hemarengiya di nav pêkhateyên Cizîrê de hêzeke ji çanda wê re her weha tekezî li ser berdewamiya pêwendiyan û bihêzkirina wan kir.