Pêdirson dema berdewamkirina karê komîta destûrî ya Sûriyê eşkere kir

Pêdirson dema berdewamkirina karê komîta destûrî ya Sûriyê eşkere kir


PDK-S: Şandiyê navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê dema berdewamkirina karê komîta destûrî ya Sûriyê li Cenêvê eşkere kir.

Di çarçoveya civîneke encûmena ewlekarî ya Navdewletî de derbarê Sûriyê û di vîdyokonfirasekî de Gêr Pêdirson şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê dema berdewamkirina karê komîta destûrî ya Sûriyê li Cenêvê eşkere kir, û got ku di 24 Tebaxa bêde ew rûniştin dê destpê bike.

Li gor ajansa Rûsya Tuday belavkiriye Pêdirson di wê kombûnê de amaje kir, û got ku wî pilana lidarxistina gera sisyan ji danûstandinên karê komîta destûrî tekez kiriye piştî ku pêwendî li gel her du aliyên rêjîma Sûriyê û Opozisyona wê re kiriye .

Pêdirson got jî ku civîn di wê dema destnîşankirî de dê destpê bike eger rêkar û mercên çûnê ango veguheztinê nehatine guhertin.