Rêxistina Rojhilatî Qamişlo şaxê” Sinceqê” ya PDK-Sê , semînarek Rêxistinî li darxist

Rêxistina Rojhilatî Qamişlo şaxê” Sinceqê” ya PDK-Sê , semînarek Rêxistinî li darxist

PDK-S: Roja Înê 24ê Tîrmeha “2020”an, rêxistina rojhilatî Qamişlo şaxê” Sinceqê” ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-S , semînarek rêxistinî û siyasî li darxist.

Semînar ji aliyê Hesen Remzî endamê komîta navendî ya PDK-S, û berpirsê rêxistina rojhilatî Qamişlo, hat birêvebirin.


Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir, piştre”Celal Elyûsif” endamê komîta herêmî ya PDK-S , bixêrhatina hemû endaman kir.

Remzî li ser pêşveçuyên dawî yên siyasî li sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê rawestiya.

Herwiha Hesen Remzî, li ser danûstandinên di navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS ê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî kurdî axvî.


Di dawiya semînarê de hemû endaman pirsên xwe arastetêHesen Remzî kirin, bersiva wan hat kirin.