Seîd Umer: Deriyên Fîşabûr - Sêmalka piştî cejnê dê werin vekirin

Seîd Umer: Deriyên Fîşabûr - Sêmalka piştî cejnê dê werin vekirin

PDK-S: Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê, îro 27ê Tîrmehê 2020an, ragihand ku deriyên Fîşabûr û Sêmalka dê di zûtirîn dem de werin vekirin.

Seîd Umer, berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê, di lêdwaneke taybet de ji bo ARKê ragihand ku, piştî çejnê yekser ew biryar cî bi cî dibe û derî dê werin vekirin.

Umer da zanîn jî ku, rojek ji bo nişteciyên Hewlêrê, rojek ji bo Silêmaniyê, herwiha rojek ji bo nişteciyên Duhokê dê were destnîşankirin, her penaberek li Rojavayê Kurdistanê asê maye dikare di roja xwe de, vegere Herêma Kurdistanê.