Seîd Umer : Deriyê Pêşabûr Sêmalka wê li pêşiya vegerê vekirî be

Seîd Umer : Deriyê Pêşabûr Sêmalka wê li pêşiya vegerê vekirî be

PDK-S: Berpirsiyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Seîd Umer eşkerekir, ku 29.07.2020 – 30.07.2020, di rêya sînorî yê pêşabûrî Sêmalka wê li pêşiya vegera neşteciyên Hewlêr û Silêmaniyê vekrî be .

Di lêdwaneke taybet de bo malpera Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Seîd Umer berpirsiyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ragehand, ku bi biryara wezîrê navxoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Çarşemê û Pêncşemê deriyê sînorî yê Pêşabûr Sêmalka wê li pêşiya vegera neşteciyên Hewlêr û Silêmaniyê vekrî be.

Herweha Umer dazanîn, ku penaberên neşteciyên Duhokê ku li Rojavayê Kurdistanê mane asê wê piştî cejna Qurbanê karbin vegerine malên xwe û deriyê Pêşabûrî û Sêmalka wê li pêşiya wan vekrî be.