Siûd Mela peyameke pîrozbahiyê belavkir

Siûd Mela peyameke pîrozbahiyê belavkir

PDK-S: Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê bi helkefta hatina cejna Qurbanê pîrozbayî li tevaya gelê kurd li Kurdistana Sûriyê kir .

Di nameya pîrozbayê de Siûd Elmela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê pîrozbayî li gelê kurd , û li malbatên şehîdên serbilindên leşkerê Roj û tevaya malbatên şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê kurd kir, ku canê xwe ji bo xaka Kurdistanê bexşîne.

Herweha sekreterê PDK-Sê pîrozbayî li serok Mesûd Barzanî , û rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê , û birêz Mesrûr Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, û di heman demê de spasiya wan kir, ku berdewam piştevan bûn ji bo nêzîkbûna aliyên kurdî kurdî li Rojavayê Kurdistanê , û bi berdewam alîkarî pêşkêşî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kirine di xirabtirîn rewş de.

Sekreterê PDK-Sê di nameya xwede got , ku di dema nihade Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hestiyar re derbas dibe , ku rastî gelek kirîzan hatiye û ew kirîz bûna sedema bargraniya jiyanê , lewma daxwazê ji tevaya aliyan dikim, ku bi berpirsyarane û rihekî kurd perweriyê kar bikin daku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji karesatan dûr bikin , û vê rewşa hestiyar derbars bike .

Di dawiya nameya xwede Siûd Elmela hêvî xwest, ku ev helkefta pîroz bibe rojeke xweş û xêr û bereket li ser gelê kurd li Sûriyê , û bibê sedema handana aliyên kurd ji bo avêtina pêngavan berev yek helwêstiyê.