Mesrûr Barzanî: Hevxemê kesûkarên qurbaniyên teqînên Beyrûdê ne
PDK-S: Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxiyên xwe û daxwaza selametiya birîndarên teqînên Beyrûd a paytexta Lubnanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di twit a xwe de diyarkir: Bîr û hestên me ligel hemû qurbaniyên teqînên li Beyrûdê ye. Hikumeta Herêma Kurdistanê amadeye piştgirî û alîkariya gelê Lubnanê, di vê dema hestiyar de bike.
Sersaxiyên xwe digihînim malbatên, ku kesên xwe jidest dayî û daxwaza selametiyê digihînim birîndaran.
Di teqîna Beyrûdê de, heta niha 65 kesan jiyana xwe jidest da ye û zêdetirî 2 hezar 700 kes brîndar bûn e.