Endamekî Komîta Herêmî ya PDK-Sê koça dawî kir

Endamekî Komîta Herêmî ya PDK-Sê koça dawî kir

PDK-S: Endamekî Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ji ber kirîzeke dil, roja Pêşemê 06. 08 . 2020, li Turkiyê, koça dawî kir.

Feyad Ismet Xelîl Axa, ku endamê Komîta Herêmî ya PDK-Sê ye di temenê xwe yê 54salî de li Bakurê Kurdistanê de çû ber dilovaniya Xwedê.

Feyad Ismet Xelîl Axa ji dayîkbûyê sala 1966an e, ji gundê Ên Betê yê ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ve ye.

Navbûrî endamê Komîta Herêmî li bajarê Orfayê yê Bakurê Kurdistanê bû, li gundê Kokan yê Siroca Bakurê Kurdistanê bi xakê hat spartin.