Arîn Mesrûr Barzanî helmeta bikaranîna maskeyan ragihand

Arîn Mesrûr Barzanî helmeta bikaranîna maskeyan ragihand

PDK-S: Arîn Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Instagramê, bi hashtaga #AreenMaskChallenge helmeta bikaranîna maskeyan ragihand.

Li ser hesabê xwe yê Instagramê, Arîn Mesrûr Barzanî wêneyeke xwe ya bi mask parve kiriye û dibêje: “Divê em hemû maskan bi kar bînin, da ku em hişyariya giringiya bikaranîna maskan bihêz bikin û alîkariya asayîbûna vê rewşê bikin.”

Arîn Mesrûr Barzanî herwiha dibêje: “Her kesê ku dixwaze beşdarî vê kampanyayê bibe, bila #AreenMaskChallenge binivîse û bi wêneyeke bi mask beşdar bibe. Ez gelek spasiya we dikim. Em bi hev re silametiya civak, malbat û hevalên xwe biparêzin.”

Ji vê kampanyayê mebesta wî ew e ku welatiyên Herêma Kurdistanê teşwîqî bikaranîna maskan bike, da ku ji pêketina vîrûsa koronayê (Covid-19) xwe biparêzin.

Kampanyaya Arîn Mesrûr Barzanî di demeke wisa de ye ku li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê 15 hezar kesî derbas kiriye û her roj hejmara nexweşan zêde dibe.