Serok Barzanî pîrozbahiyê li Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

PDK-S: Êvariya roja şemî 08.08.2020 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.

Li vê peywendiyê da Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera çil û çar saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê li Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreter û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên wê partiyê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo xwest. Her li vê peywendiya telefoniyê da tekez li ser birayetî û hemahengiya her du aliyan ya ji bo pêkanîna berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê kirin.