Putîn tomarkirina yekem vaksîna Koronayê li cîhanê ragihand

Putîn tomarkirina yekem vaksîna Koronayê li cîhanê ragihand

PDK-S: Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn radigihîne, Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê yekem vaksîna Koronayê li cîhanê pesend kir.

Serokê Rûsyayê bi riya vîdyokonfransê bi endamên hikûmeta xwe re civiya û di civînê de ragihand: “Ez hatim agahdarkirin ku yekem vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê li cîhanê vê sibê hat tomarkirin.

Putîn da zanîn jî, dema wî hûrgiliyên zêdetir ji Wezîrê Tendirustiyê yê Rûsyayê Mîkhaîl Muraşko derbarê wê vaksînê de xwastin, wî got: Vaksîn bi awayekî gelek baş kar dike. Vaksînê hemû testên pêwîst derbas kirin”.

Putîn aşkere kir jî, keçeke wî vaksîna nû ya li dijî vîrûsa koronayê biriye. Germiya gewdê wê 38 pile bû û piştî birina wê vaksînê, germa wê daket 37 pileyan.

Tomarkirina vê vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê di demekê de, li seranserî cîhanê zêdetir ji 20 milyon kes bi vîrûsê ketiye û zêdetir ji 739 hezar kesî jî canê xwe jidest dane.