Peyama pîrozbahiya ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya sersala nû ya koçî

Peyama pîrozbahiya ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya sersala nû ya koçî

PDK-S: de bi boneya sersala nû ya koçî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê dike.

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: Bi boneya hatina serê sala nû ya koçî, pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû ya koçî, sala xêr û xweşiyê û aramiyê û bidawîhatina qeyranan û nehemetiyan li Kurdistan û cîhanê be.

Di peyamê de hat jî: Bîranîna gewre ya koçkirina Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên xwedê lê be) li tevahiya Misilmanan pîroz be.