Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî li ser koronayê ciwanan hişyar dike

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî  li ser koronayê ciwanan hişyar dike

PDK-S: Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî metirsiya xwe ji ber belavbûna veyrosa Koronayê di nav ciwanan de da.

Takeshi Kasai, berpirsê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî diyar dike, kesên temenên wan di navbera 20-40 salî de ne, dibin sedema belavbûna vayrosa koronayê, ku ew bêyî ku bizanin nexweş in, vayrosê vediguhezin kesên din.

Li gorî amarên fermî, birîndarên "Covid-19" li Cîhanê ji 21,8 mîlyonî derbas kirine, ji wan zêdetirî 770,000 kes mirine, digel ku zêdetirî 14.6 mîlyon başbûne.