Rêxistina Spark wê piştevaniya 450 xwendevanê R.Kurdistanê bike

Rêxistina Spark wê piştevaniya 450 xwendevanê R.Kurdistanê bike

PDK-S: Rêxistina Spark ya Holendî wê di minheyên xwede ji bo xwendevanên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin berdewm be .

Roja Çarşemê 19.08. 2020, şandek ji leqê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmokratî Kurdistanî - Rojava li gel berpirsyarê rêxistina Spark ya Holendî civiya ,ewjî da ku li hevtêgihiştinekê ji bo sala xwendinê ya 2020+ 2021 an himzebkin.

Li gorî lihevtêghiştinê rêxistina Spark wê piştevaniya 450 xwendevanên kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bike di zanîngeh û peymangehan de.

Û ji aliyê xweve jî leqê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmokratî Kurdistanî - rojava wê alîkariya xwendevanan bike da ku form ango Istîmareyan pir bikin , û ew xwendevanên dixwazin pêşkêşî minheya rêxistina Spark bikin kare serdana navendên leqê Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmokratî Kurdistanî - Rojava bikin.