Emerîka: Dûbare avakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye

Emerîka: Dûbare avakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye

PDK-S: Nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de got, ku dubare avakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye.

Kêlî Kiraft nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de ragehand, ku welatê wê herdem piştevaniya karê Gêr Pêdirson şandiyê taybetê Emerîka bo Sûriyê dike .

Herweha Kiraft daxwaza encamdana hilbijartinên azadane zelal bi serpiriştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê kir, û tekezî li ser pêwîstiya bidawîhatina gendelî û şer li tevaya Sûriyê di zûtirîn dem de kir .

Herweha nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiya Navdewletî de tekez kir, û got jî bê çareseriya siyasî dûbare avakirina Sûriyê destpênake wate dûbare avakirina Sûriyê bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye .