Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniyê ya Fransayê kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîra Berevaniyê ya Fransayê kir

PDK-S: Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vê êvarê pêşwaziya Florence Parly, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê kir.

Di hevdîtinê de pêşvebirina peywendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştevaniya zêdetir bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Fransayê kir ji ber piştgiriya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî di dema şerê dijî DAIŞê de. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku DAIŞê li gelek deverên Iraqê dest bi êrîşan kiriye û bûye gefeke cidî li ser nişteciyên wan deveran.

Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya berdewambûna hemahengiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kiriye bo rûbirûbûna gefên DAIŞê.

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê jî piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge car din aniya ziman û diyar kiriye: “Em hêvî dikin di demeke nêz de rahênana hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge dest pê bike, ku ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, bi awayekî demkî hatibû rawestandin.”

Herwiha di civînê de tekezî li wê yekê hatiye kirin ku di vê qonaxê de ji bilî hemahengiya serbazî û ewlehiyê, peywendiyên aborî yên her du aliyan jî were pêşvebirin.