Dawîn amar û pêşhateyên Koronayê li Sûriyê

Dawîn amar û pêşhateyên Koronayê li Sûriyê

PDK-S: Li Sûriyê bi taybet li deverên jêr kontrola rêjîma Esed de 65 kesên din bi veyrosa Korna ketin , û 3ê kesan jî canê xwe ji dest dan .

Wezareta tendirustiya rêjîma Esed di daxuyaniyekê de pêketina 65 kesên din bi veyrosa Korona , û jiyanjidestana 3ê kesên din li deverên jêr kontrola xwe ragehand , ewjî bi vî awayî ye 36 li Şamê , 17 li Heleb, 7 li Lazqiyê , 3ê li Hemayê û 2 li gundewarê Şamê ne .

Wezareta tendirustiya rêjîmê diyar kir, ku bi vê yekê hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê dighêje 2628 kesan , ji wê hejmarê 599 kes baş bûne , 106 kes jî canê xwe ji dest dane .

Herweha pirograma huşiyarî û bersivdana nexweşiyan ji aliyê xwe ve 2 haletên din yên tûşbûnê bi veyrosa Koronayê li deverên jêr kontrola opozisyona Sûriyê ragihand .


Li gorî heman pirogramê, ku heta niha hejmara giştî ya pêketiyên korona li deverên jêr kontrola opozisyonê gihiştiye 71 kesî , ji wan 53 kes başbûne bê ku tû haletên jiyanijdestdanê bi Korona werne tomarkirin .