Elbehra: Bi rêya Siyasî ne ya Leşkerî dawî bi kirîza Sûriyê tê

Elbehra: Bi rêya Siyasî ne ya Leşkerî dawî bi kirîza Sûriyê tê

PDK-S: Hevserokê komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê dibêje kirîza Sûriyê ne bi riya leşkerî ve tê çarserkirin lê belê bi rêya siyasî ve dawî bi kirîzê tê .

Hadî Elbehra hevserkê şanda Opozisyona Sûriyê di komîteya distûra Sûriyê ya nû de roja Şemiyê 29. 08. 2020, piştî bidawîhatina gera sêyem ji civînên komîteya distûra Sûrî li Cenêvê di kongirekî rojnemevanî de ragehand, ku bi çareseriya siyasî ne ya leşkerî kirîza Sûriyê tê çareserkirin û bidawî tê .

Herweha elbEhre tekezî li ser pêwîstiya rawestandina şer li tevaya Sûriyê kir, û got tevî ragihandina rêkeftinên rawestandina şer li Sûriyê lê hînjî şer berdewame, û tu pêşveçûnek di vê derbarê çê nebûye û şer berdewame.

Hevserokê komîteya distûra sûrî da xuyakirin, ku eger şer û êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wî berdewam bike wê Sûriyê rastî wêranbûna zêde were û tu pêşveçûnek di proseya siyasî de jî di rojên bê de çê nabe .