Xebatkarekî Kurd li nexweşxaneyeke Turkiyê de çû ber dilovaniya Xwedê

Xebatkarekî Kurd li nexweşxaneyeke Turkiyê de çû ber dilovaniya Xwedê

PDK-S:Roja Pêşemê 03. 09. 2020 , yek ji kesayetiyên niştîmanperwer û welatparêz, li Turkiyê ji ber nexweşiyekê jiyan xwe ji dest da.

Şêx Mihemed Bermece, ku zavayê xebatkar Apê Osman Sebrî ye, li nexweşxaneyeke Turkiyê de çû ber dilovaniya Xwedê.

Navbûrî gelek guhdan dida wêje û zimanê Kurdî, lewma mala xebatkar Osman Sebrî li Şama paytexta Sûriyê kiribû nivîsgehek rewşenbîrî. Çalakvan û kurdpereweran berê xwe didan wê malê, û civîn li dar dixistin, herwiha çalakiyên siyasî, bi şêweyekî nehênî jî wek semînaran dihatin lidarxistin.

Xebatkar di salên heştiyê de, beşdarî di yekem cejna Newrozê de kir, herwiha yek ji kesên ku di heman salê de li pêş perlemana rêjmê, beşdarî di xwepêşandanê de kiribû.

Şêx Mihemed Bermece, ji şêniyên Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, bi koçadawiya wî li paş xwe karek ji helbesta Kurdî û wêjeya Kurdî hişt, û pencemoa xwe di
dîroka çand û kultura Kurdî hişt. Îro jî li Bakurê Kurdistanê
li gundê Kolikê yê ser bi Semsorê, bi xakê hat spartin.