Bo yekem car hejmarek penaberên Sûrî di nava kampên penaberiyê de bi korona dikevin

Bo yekem car hejmarek penaberên Sûrî di nava kampên penaberiyê de bi korona dikevin

PDK-S: Bo yekem car di nava kampên penaberên Sûrî de li Urdunê hejmarek penaber tûşî koronayê dibin .

Komisyona bilind ya karûbarên penaberan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve li Urdunê di daxuyaniyekê de ragehand, ku li kampa Elezreq ya penaberên Sûriyê du penaberên Sûrî bi veyrosa koronayê ketine .

Komisyonê serbar kir û got, ku niha ew herdu pêketiyên korona di nava kampê de di kerentînê dene .

Li gorî komisyona bilind ya karûbarên penaberan li Urdunê daye xuyakirin, ku eve yekem care û haletên tûşbûnê bi koronayê di nava kampên penaberên Sûriyê de li Urdunê tê tomarkirin .