Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna 59 saliya şoreşa Eylûlê

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna 59 saliya şoreşa Eylûlê

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna 59 saliya şoreşa Eylûlê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Pêncih û neh sal berî niha li rojekê wekî îro mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û civakiya gelê Kurdistanê li Iraqê da bi navê berevanîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê hilpêkir. Şoreşa mezina Eylûlê şoreşeke seranseriya hemû navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê û hemû çîn û tiwêj û hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû. Her çende destkeft û xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ji wê demê heta niha heye hemû encam û berdewamiya hêz û berfirehiya şoreşa mezina Eylûle.

Şoreşa Eylûl xwendingehek jî bû, ji bo pêgihandina xebatkar û têkoşerên seranserê Kurdistanê. Ew şoreş îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo gelê Kurdistanê vegerand û ji bo neyarên gelê Kurdistanê jî selmandin ku nikarin li rêya îhmalkirin û zordarî û sîtemkariyê wiha li xelkê Kurdistanê bikin destberdarê mafên xwe bin. Şoreşa Eylûl ji bo wê yekê li dîroka xebata gelê me da pir girînge ji ber ku li yek navçeyê da nehate kurt kirin û rêkxistin û bîr û bawerî û Pêşmergebûnê û hêviya kûrahiya dilê xebatkar û têkoşerên Kurdistanê nêzîkî hevdû kir.

Li vê bîranîna pîroz da tekez li wê yekê dikîn ku biha û hêz û tîhniya şoreşa Eylûl tu demekê ji bîr nakîn û çiraya rêya xebata gelê me dimîne. Pêzanînên min ji bo xebat û keda hemû şoreşger û Pêşmerge û kadîrên şoreşa Eylûlê heye çi jin û çi zilam ku qehremanane rola wan li vê şoreşa mezin da hebû. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî
11 Eylûl 2020