Siûd Mela Sekretêrê PDK-Sê sipasiya Serok Barzanî kir

Siûd Mela Sekretêrê PDK-Sê sipasiya Serok Barzanî kir

PDK-S: Sekretêrê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê nameyek arasteyî serok Mesûd Barzanî kir, û têde spasiya serok Barzanî kir.

Di nameya spasiyê de Siûd Mela got, bi dil xweşî germtirîn spasî arasteyî weyê rêzdar dikim ji bo lêpirsîna we derbarê rewşa min ya tendirustî ku di dema dawî de têkçû bû.

Herweha sekretêr di peyamê de hêviya tendirustiyeke baş bo serok Barzanî û tevaya gelê Kurdistanê xwest.