Saîd Umer: Deriyê Pêşabûr Sêmalka li Pêşiya hatinûçûna welatiyan wê were vekirin

Saîd Umer: Deriyê Pêşabûr Sêmalka li Pêşiya hatinûçûna welatiyan wê were vekirin

PDK-S: Berpirsiyarê ofîsa peywendiyên niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-S, da zanîn ku biryar hatiye dan di hemû heftiyekê de 3ê rojan dergehê hevsînorî yê pêşabûr Sêmalka li pêşiya hatinûçûna welatiyan were vekirin.

Seîd Umer berpirsiyarê ofîsa peywendiyên niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya ragehand, ku ji hemû heftiyekê hersê rojên Yekşem , Sêşem , û Pêncşemê deriyê Pêşabûr Sêmalka li pêşiya hatina 100 welatiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê vekiriye , ku ewjî 50 bûk , û 15 haletên nexweşiya şêrpenceyê , û ew kesên sozên wan li gel qunsiliyên welatên Ewropî li Herêma Kurdistanê hene.

Herweha Umer dazanîn, ku derbarê çûna penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bo Rojavayê Kurdistanê , derî li pêşiya wan kesên helgirên regezname û îqameyên Ewropî ne , û li pêşiya penaberên ku dixwazin îqameyên xwe radest bikin vekiriye