Nûnerê Amerîka rola Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê di nêzîkkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand

Nûnerê Amerîka rola Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê di nêzîkkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey kir û ragihand ku bi armanca gihiştina çareseriyeke bingehîn a kêşeyan li ser bingeha destûrê Iraqê, pêvajoya gotûbêjan ligel Bexdayê berdewam e.

Îro Sêşema 22ê Îlona 2020an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanda Amerîkî ya bi serokatiya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey kir.

Di civînê de li ser guhertin û pêşhatên Iraq û Sûriyê û girîngiya hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, hatin gotûbêjkirin.

James Jeffrey pesnê rol û helwesta Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina hêzên rojavayê Kurdistanê da û bilind nirxand û tekezî li piştevaniya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê ji ber hemerengî û zindîtî û dostaniya wê ya li gel Amerîka û welatên rojava, pêgeheke wê ya girîng û stratejîk li Rojhilata Navîn heye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina li piştevaniya Amerîkayê, ronahî xiste ser rewşa niha ya Iraq û herêmê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û amaje bi wê yekê kir ku bi armanca gihiştina çareseriyeke bingehîn a kêşeyan li ser bingeha destûrê, pêvajoya gotûbêjan ligel Bexdayê berdewam e.

Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya berdewambûna hemahengiya ewlehiyê ya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kir, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe jî li hember berdewambûna erebkirin û destdirêjî û avêtina ser mal û milk û zeviyên nişteciyên Kurd ên li deverên Kurdistanî yên li dervê îdareya Herêmê nîşan da.