Nivîskar û lêkolîner Zagros Amedî koça dawiyê kir

Nivîskar û lêkolîner Zagros Amedî koça dawiyê kir

PDK-S: Roja Pêşemê 24.09.2020, nivîskar û lêkolînerekî kurd ji ber nexweşiyê li Nimsa koça xwe ya dawiyê kir.

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê nameyek belav kir tê de koçadawiya nivîskar û lêkolîner Hisên Qadir, ku bi Zagros Amedî navdare belav kir.

Yekîtiyê da zanîn, ku navbûrî bi koronayê ketbû, û piştî du heftiyan ji dîtina çareseriyê di nexweşxaneyek Viyna de koça dawiyê kir, Û biryare piştî dawîhatina rêkaran termê wî were radestikirin da ku bi xakê were spartin.

Nvîskar û lêkolîner Amedî hilgirê bawernameya endezyariyê ji zanîngeha Helebê bû, ji salên 80 de berê xwe da Nimsayê, sala 2006 vegeriya Efrînê, dîsa sala 2019 ji ber şerê Sûriyê berê xwe da Nimsayê, Navbûrî xelkê gundê Mamola yê Raco ya û gelek berhemên çapkirî û neçapkirî hene.