Şanda Bereya Aştî û Azadiyê wê li gel Lavrov civiya

Şanda Bereya Aştî û Azadiyê wê li gel Lavrov civiya

PDK-S: Îro 25. 09.2020, wezîrê derve yê Rûsya li gel şanda Bereya Aştî û Azadiyê li Moskoya paytexta Rûsya civiya.

Silêma oso endamê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji Mosko bo ARKê ragehand, ku di civînê de Rûsya piştevaniya xwe ji bo serwerî û yekparçeya xaka Sûriyê nîşan da.

Hewreha Oso got, ku di civînê de behsa avakirina Bereya Aştî û Azadiyê hate kirin , û hêvî hatine xwestin, ku Bereya Aştî û Azadiyê bikaribe roleke erînî di çareserkirina kirîza Sûriyê de bibine li gorî biryara Navdewletî 2254.

Herweha Oso dazanîn, ku şanda bereya Bereya Aştî û Azadiyê li gel Mîxaîl Bogdanof Cêgirê wezîrê derve yê Rûsya civiya , û rewşa Sûriyê bi giştî û ya deverê bi taybetî gotûbêjkirin.