Dêrik... Endamekî PDK-Sê koça dawî kir
Li gundewarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê xebatkar û endamê encûmena xwecehî yê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Ehmed Silêman Mihmed koça dawî kir.
Roja Şemiyê rêxistina Dêrkê ya PDK-Sê belav kir û got , ku bi dilekî şikestî koçbarkirina endamê encûmena xwecehî yê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Ehmed Mihmed radighînin û hêviya sersaxiyê ji malbat û hevalên wî re dixwazin û Xweda wî bi behişta xwe ya rengîn şad bike.
Xebatkar Ehmed Silêman Mihemed piştî rûbrûbûna nexweşiyeke giran bêhtir ji du salan roja Înê 25. 09. 2020, li mala xwe ya li gundê Kelhê yê devera koçera koça dawî kir û li zêdê xwe bi xak hat spartin.
mihmed di salên heştêy de ji sedsalya bhûrî tevlî refên Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bûye û pabendî bi doza gelê xwe û rêbaza Barzaniyê nemir kir, ta roja barkirina xwe.
Xebatkar Ehmed jidaykbûyê salba 1958ane û çar zaroyên wî hene.