Çekdarên PYD êrîşî gundekî kirin û serê jineke kurd şikandin

Çekdarên PYD êrîşî gundekî kirin û serê jineke kurd şikandin

PDK-S: Li gundewarê Dêrka Rojavayê Kurdistanê du welatiyên kurd yên bi temen ji aliyê bi dehan çekdarên ser bi PYDê ve rastî lêdan û revandin û binpêkran hatin.

Jêdereke agahdar taybet ji gundewarê Dêrkê da zanîn dewriyeke çekdar devnuxmandî bihtir ji 30 çekdarî li xwe digirt demjimêr 3.30 sibeha Şemiyê girte bi ser mala welatiyê bi temen Cemîl Silêman Hacî de li gundê Kelhê û derbasî oda wî û hevjîna wî bûn û bi tundî li Cemîl da.

Jêderê serbarkir dema ku hevjîna wî xwest wan çekdaran dûrî hevjînê xwe bike çekdaran bi tundî li wê dayka kurd jî xist û serê wê şikandin.

Herweha raştina hevjînê wê û bi otombîleke ji curê toyota berev cihekî nediyar ve birin û ta niha çarenvîsa wî nedyare.

Jêderê herweha amaje kir, ku heta niha sedema wê binpêkirin û kiryara kirêt dermafê wan welatiyên kurd nehatiye diyarkirin lê nerazîbûneke berfereh ji aliyê gundiyan ve dirustbûye.