Amûda.. Ciwanekî Kurd hatkuştin
PDK-S: Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekî kurd di şerekî de hate kuştin .
Jêderne xwecehî dane zanîn, ku di encama şerekî di navbera ciwanê kurd Merwan Ebdê xelkê bajarê Amûdê û hejmarek kesên ji pêkhateya Ereb ji gundê Kerame Merwan li ser destê wan kesan bi guleyan hate kuştin bê ku sedemên pevçûnê diyar bibin .
Jêderê amajekir, ku piştî ciwanê kurd birîndar ket ji nexweşxaneyê re hate veguheztin lê jiber tundiya birînên xwe jiyana xwe jidest da.
Gundê Kerame yek ji 11 gundê Erebane, ku rêjîma Sûriyê ew di biryara Kemera Erebî de sala 1962an li deverên derdora Amûdê avakirine û 4 kîlo metir li Rojavayê bajarê Amûdê dikeve.