Amerîka êrişa li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê şermezar dike

Amerîka êrişa li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê şermezar dike

PDK-S: Wezareta Derve ya Amerîkayê , êrişa li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tûndî şermezar dike. Diyar dike Heşda Şebî aramiya Iraqê têk dibin û şerê dînî pêk tîne.

Di daxuyaniyê de , Wezareta Derve ya Amerîka êrîşkirina ser Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê protesto dike.

Wezareta Derve ya Amerîka dibêje ew bi tûndî êrîşkirina ser liqa 5 a PDK ya li Bexdayê şermezar dikin, ku ji aliyê girûpên ser bi Heşda Şebî hatiye encamdan û diyar dike ku daxuyanî û rexnegiritna azadane, bingeha her demokrasiyekê ye.

Wezareta Derve ya Amerîka herwiha ragihand, ku divê aliyên siyasî bikarin diyalogeke bê gefa girûpên çekdar û çeteyan bikin.

Li gorê Wezareta Derve ya Amerîka ev çalakiyên nearamiyê derveyî desthilata hikûmeta Iraqê pirsgirêkên tayfî çêdike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, ku ew bi xurtî daxwazê ji hemû aliyan dikin ku bi awayê berpirsyarane serederiyê bikin û bi taybet di vê qonaxa hestiyar re ku Iraq têde derbas dibe ku corona, krîza darayî û gefên DAIŞê berdewam in.