Li Çînê hesabê bankê yê Trump heye

Li Çînê hesabê bankê yê Trump heye

PDK-S: Rojnameye New York Times got , ku serokê Amerîkî, Donald Trump, li Çînê hesabek bankê heye, û ku bi salan e ew dixwaze li welatê Asya projeyan saz bike.

Hesab ji aliyê Rêveberiya Otêlê ya dezgeha Tramp ye Navdewletî ve tê rêvebirin , Hesab di navbera 2013 û 2015-an de bacên herêmî daye.

Li gorî berdevkê Trump hesab hate vekirin ku "li Asyayê peymanên potansiyela otêlê bikolin."

Trump gelek caran rexne li kompanîyên Amerîkî yên ku li Çînê karsaziyê dikin kir, û şerê bazirganî di navbera her du welatan de gur kir.