8 sal li ser revandina serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin re derbas dibe

8 sal li ser revandina serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin re derbas dibe

PDK-S: Siba 24ê Cotmeha 2020an, 8 sal li ser revandina serkirdeyê Kurd xebatkar Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya derbas dibin. Tevî rewşa niha ya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, û banga yekrêzî û yekhelwêskirina mala Kurdî tê kirin, lê PYDê li ser revandinê rijd e, ta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Roja Çarşemê 24ê Cotmeha 2012an, ji beriya 8 salan demjimêr 7ê êvarê, dema ku serkirdeyê Kurd Behzad Dorsin Hesam, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li gel ciwanê kurd Nîdal Selîm bi otombîlekê ji curê toyota pêkab bi niyaz bû berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, ew jî bi armanca bi rêvebirina karekî Partî, li ser xalekê di navbera gundê Şekirxaçê û Mele Merzê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin, û ta niha çarenivîsa wî ne diya e.

Serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam sala 1980î tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bûye.

Behzad Dorsin Hesam berpirsê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Dêrkê bû.

Ji bilî herdu navên hatine ziman, hijmarek ji xebatkar, siyasetmedar, û çalakvanan di zîndanên PYDê ne, ta niha tu ahagî û zanyarî li ser wan tune ne. Nexasim ku diyarkirin û serbestberdana girtî û revandiyan mercek sereke ye li cem ENKSê ji bo serkeftina danûstandinên Kurdî _ Kurdî.