Domîz.. Şandeke Rêxistina PDK-Sê Leşkerê Roj seredana malbatên şehîdên Dastana Sihêla kir

Domîz.. Şandeke Rêxistina PDK-Sê Leşkerê Roj seredana malbatên şehîdên Dastana Sihêla kir

PDK-S: Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê şandeke rêxistina kampa Domîz ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê û rêxistina leşkerê Roj ya PDK-Sê û dezgeha malbatên şehîdên Kurdistan Sûriya seredana malbatên hejmarek şehîdên dastana Sihêla kir.

Di seredanê de Hacî Galo endamê komîta navendî û berpirsê rêxistnia leşkerê Roj ya PDK-Sê li ser viyana leşkerê Roj û hêz û bîr û behweriyên wan di şerê şikandina dujminê Kurdistanê de û tomarkirina dastana Sihêla û Ên Iwês û berevaniya diber xaka Kurdistana pîroz de kir.

Her weha şandê weku diyariyekê wêneyên hemî şehîdên leşkerê Roj diyarî malbatên şehîdan kir.