Serok Barzanî pîrozbahiyê li salvegera ji dayikbûna pêxemberê misilmanan kir
Serok Barzanî pîrozbahiyê li salvegera ji dayikbûna pêxemberê misilmanan kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta bîranîna ji dayikbûna pêxemberê mezin Mihemed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim ev helkefta pîroz sedemek bê ji bo zêdetir bihêzkirina giyanê lêborînî û pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî ya li Kurdistan û Iraq û cîhanê.
Ji yezdanê mezin dixwazîn li vê helkefta pîroz da dergeha xêr û bereket û xweşiyê li rûyê gelê Kurdistan û gelên navçeyê bi giştî veke û sîtem û zulma li ser mîlletan bi dawî bê.
Wesselemun aleykum werehmetullahu webereketuhu
Mesûd Barzanî
28.10.2020