10 Sal bi ser koçbarkirina Deham Mîro Sekreterê berê yê PDK-Sê derbas bûn

10 Sal bi ser koçbarkirina Deham Mîro Sekreterê berê yê PDK-Sê derbas bûn

PDK-S: 10 sal bi ser oxirkirina dawî ya xebatkarê kurd û sekretêrê giştî yê Partî Dîmukratî Kurd li Sûriya " Elpartî " Deham Mîro derbasbûn.

Deham Mîro ji daykbûyê gundê Sêgira Mîro yê ser bi Dêrka Hemkove sala ( 1921 ) , ji destpêka jiyana xweve tevlî rêzên Partî Dîmukratî Kurd li Sûriya " Elpartî " bûye , û di sala ( 1970 ) li kongireyê Nawbirdan ku bi serperiştiya mela Mustefa Barzanî hate bi rêvebrin , bû sekretêrê giştî yê Partî Dîmukratî Kurd li Sûriya " Elpartî " ku niha bûye Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya
.
Di sala ( 1972 ) di kongireyê yekbûnê de ku li devera Bamirnê li başûrê Kurdistanê hate li darxistin careke din weke sekretêrê giştî yê Partî Dîmukratî Kurd li Sûriya " Elpartî " hate hilbijartin .

Di sala ( 1973 ) û piştî ku li dijî pîlana Mihemed Teleb Hilal ya bi navê Zincîra Erebî ku bi Elhîzam El'rebî tê naskirin rawesta , û daxuyaniyeke hişyariyê belavkir , û herweha û ji ber helwêstên wî yên niştîman perwer , li ser destê desthilatdariya Sûriyê hate girtin , û bo dema ( 6 ) sal û ( 8 ) mehan di zîndanê de ma.

Deham Mîro yek ji xebatkarên dêrîn yên bizava rizgarîxwaza kurd bû , û hevalekî nêzîkî Mela Mustefa Barzanî bû , û beşdarî di şoreşa Êlûnê de kir , û çendîn car weke çavdêr beşdarî di kongireyên Partiya Dîmukrata Kurdistanê de kiriye.

Xebatkarê niştîman û kurd perwer Deham Mîro li rêkefta ( 2/ 11/ 2010 ) koça dawî kir , û li rêkefta ( 3/ 11/ 2010 ) termê Diham Mîro ji bajarê Dêrkê berev gundê Mozelanê ve hate birin , û li zêdê bav û bapîrên wî bi xakê hate spartin.