Qamişlo.. PDK-Sê seredana gorên şehîd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir

Qamişlo.. PDK-Sê seredana gorên şehîd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir

PDK-S: Roja Sêşemê 03. 11. 2020, şandek ji Partiya Dîmuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê seredana gorên her yek ji şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif kirin.

di salvegera 24an de ya şehîdbûna emnîdarê giştî yê berê yê Partiya Dîmukrata Kurdî li Sûriyê (Elpartî) ku, niha bi navê PDK-Sê naskiriye Kemal Derwîş û hevalê wî endamê polîtbîroya Partiya Çepa Kurd li Sûriyê Şêxmûs Yûsif ku, niha navê wê jî PDK-Sê ye şandek ji PDK-Sê seredana gorên herdu şehîdan kir, hewerha partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û kesayetên siyasî û civakî di merasîman de beşdarbûn.

Gurzên gulan danîn li ser gorên wan û gotina PDK-Sê ji aliyê endamê polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan – Sûriya Beşar Emîn hate pêkêş kirin.