Xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

PDK-S:Encûmena xwecihî ya Tirbespiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal li dar xist, tê de danûstandinên kurdî kurdî û hin mijarên din gengeşe kirin.

Malpera ENKSê da zanîn ku duh di civîna encûmena xwecihî ya Tirbespiyê de, behsa pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û hin mijarên rêxistinî kirin.

Li ser danûstandinên kurdî kurdî, malperê ameje kir ku beşdarbûyan ronî xistin ser danûstandinan navbera ENKSê û PYNKê û tekez kir ku di rojên bê de dê careke din berdewam bibin.