Serokwezîrê Brîtanyayê kurdekî dike Wezîrê Berpirs ê Dabeşkirina Vaksîna Koronayê

Serokwezîrê Brîtanyayê kurdekî dike Wezîrê Berpirs ê Dabeşkirina Vaksîna Koronayê

PDK-S: Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, Nedîm Zehawî wek Wezîrê Berpirs ê Dabeşkirina Vaksîna Koronayê diyar kir.

Nedîm Zehawî kurdekî başûrê Kurdistanê ye. Tevî ku Wezîrê Dewletê ye, lê Serokwezîrê Brîtanyayê baweriya berpirsyartiya dabeşkirina vaksîna Koronayê pê bexişand.

Ji bilî berpirsatiya wî wek Wezîrê Karê Dewletê, ji niha û pê ve, Zehawî raportên derbarê dabeşkirina vaksînan ji Wezîrê Tendirustiyê yê Brîtanyayê Matt Hancock hildide.

Serokwezîr Borîs Johnson piştrast kir ku Nadim Zehawî dê serperiştiya mezintirîn programa vaksînlêdanê ya welat ji dehan salav ve bike.

Li Brîtanyayê di vê demê de du vaksîn tên nirxandin. Yek ji wan ji aliyê kompanyaya “Pfizer Biotech” ve ya din jî ji aliyê Zanîngeha Oxford û AstraZeneca ve hatiye pêşxistin.

Rojnameya Guardianê ragihand, nexweşxane hatine agahdarkirin ku eger vaksînê erêkirin wergirt, ew dikarin daneyên destpêkê yên vaksînlêdana Pfizer ji heftiya piştî 7'ê Berçiliyê werbigirin.