6 sal ser şehîdbûna EbdulKerîm Mehmûd Bavê Yelmaz re derbas dibin

6 sal ser şehîdbûna EbdulKerîm Mehmûd Bavê Yelmaz re derbas dibin

PDK-S: 2ê Berçileya 2020an, 6 sal ser şehîdbûna EbdulKerîm Mehmûd bavê Yelmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Şama paytexta Sûriyê derbas dibin, ku dibin eşkenceyê de li zîndanên rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest, û şehîd bû .

Xebatkar EbdulKerîm Mehmûd bavê Yelmaz bi tometên endamtiya partiyeke qedexekirî, û ne rewa û biçekkirina ciwanên kurd li taxa Zorava ya Şama paytext , ku ew tax piraniya neşteciyên wê kurdin hate zîndankirin, û piştî du salan ji girtinê ji aliyê rêjîma Esed ve û ji ber ku rastî lêdan û eşkenceyê hat, jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû .

Xebatkar Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz yek ji niştîmanperwer û welatparêzên kurdên Rojavayê Kurdistanê bû , û bi dilsozî xizmeta doza gelê xwe dikir, û di gelek mangirtin û xwepêşandanên dijî rêjîma Sûriyê beşdarî kiriye .

Yek ji endamên komîta amedekarên xwepêşandana li pêş Qesera Esed 1986an debû , herwiha yek ji endamên koma Kawa ya çand û hunerî bû , û ji ber çalakiyên wî yên siyasî û civakî û çand û hunerî di newrozan de, û helkeftên kurdî de, rastî gelek astengiyan hat , û dihate zîndankirin û lêpirisîn û vekolîn pê re dihat kirin .

Piştî çalakî û liv û tevgera wî yên berçav, bû armanca rêjîma Esed, di 21 Tîmreha 2013an ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed dema girtin ser mala wî hat binçavkirin, û tometên wî heman tometên ku rêjîma Esed arastey hemû girtiyên xwe yên siyasî dikirin bû .

Ji bo çend heyvan li şaxên ewlekariya rêjîmê ma, piştre ji bo zîndana Edra ya navendî li bajarê Şamê hate veguhestin, û di wê derê de, Ji aliyê sêxoriya rêjîma Sûryê rastî lêdan, eşkenceyê, û sitemkariyê hat.

Xebatkar Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDKSê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Şama paytexta Sûryê bû , xelkê gundê Kengelo yê devera Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û nişteciyê taxa Zorava ya Şamê bû .


Di 2ê Berçileya 2014an de di zîndana rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû, li Şama paytexta Sûriyê bi xaê hate spartin .