Xwecehiya Til Temir ya ENKSê civîneke asayî lidarxist

Xwecehiya Til Temir ya ENKSê civîneke asayî lidarxist

PDK-S: Xwecehiya Til Temir ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîneke asayî lidarxist û têde çendîn mijarên giring derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa hersê navçeyên kurdî Efrîn , Girê Spî û Serê Kaniyê gotubêjkirin.

Roja Sêşemê 01. 12. 2020, Xwecehiya Til Temir ya ENKSê li bajarê Til Temir û bi amadebûna tevaya endamên xwe civîna xwe ya asayî lidarxist û têde dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet gotubêjkirin , herweha behsa danûstandinên navbera herdu aliyên Kurdî Kurdî , û berdewamiya êş û azarên xelkê li hersê navçeyên Efrîn , Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin .

Rewşa rêxistinî ya xwecehiyê û çawaniya ektîvkirin û pêşketina kar û rola xwecehiyê di nava cemawerê xwe de beşkekî din bû ji wê civînê .