Şandek ji PDK-Sê seredana malbata şehîd Mehmûd Walî kir

Şandek ji PDK-Sê seredana malbata şehîd Mehmûd Walî kir

PDK-S: Di çarçoveya seredanên civakî de, şandek ji Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê PDK-Sê, seredana malbata şehîd Mehmûd Walî li kampa Domîz kir.

Şanda bi serokatiya Hacî Kalo, endamê komîta navendî ya PDK-Sê, herweha berpirsê rêxistina Leşkerê Roj, seredana malbata şehîd Mehmûd Walî, endamê komîta herêmî ya PDK-Sê, herwiha serokê tevgera ciwanan, û endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê kir. Mebest ji seredana pirsîna rewşa malbatê bû.

Tê zanîn ku du zarokên şehîd Walî, kur û keşek, di nav hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de ne.