PDK-Sê çil rojiya xebatkar Seyid Yûsif li gundê Babasiyê lidar xist

PDK-Sê çil rojiya xebatkar Seyid Yûsif li gundê Babasiyê lidar xist

PDK-S: Bi amadebûna kadir , serkirde . cemawerên partî û encûmenên xwecehî li Çil Axa û Girkê Legê û xelkê gund û kesayetên nîştmanî li deverê Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriya çil rojiya koçbarkirina kadrê xwe xebatkar Seyd Yûsif endamê encûmena herêmî li gundê Babasiyê yê ser bi gundewarê Çil Axa ve lidarxist.

Di çil rojiyê de Ebdulkerîm Mihemed berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê gotarek bi navê partî da û li ser xebata Yûsif di nav refên partî û xizmeta doza kurdî axfî her weha di wê bûneyê de behsa dawîtirîn pêşhateyên danûstandinên kurdî û propegendayên nerînî û hewlên pûç û bê sûd li dijî pêşmergeyên Roj kir .

Herweha Elî Ferso gotina xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan û Xelîl Osê gotara xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê pêşkêş kirin.

Di dawiyê de gotara malbatê ji aliyê Zinar ve hate xwendin û spasiya hemî beşdaran li ser wefadariya wan kir.