Efserekî Pêşmergeyê Roj bi destê çeteyên PKKê şehîd bû
PDK-S: Îro 14. 12. 2020, Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj şehîdbûna efserekî xwe bi destê PKKê li herêma Kurdistanê ragihand.
Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj di nameyeke sersaxiyê de, nûçeya şehîdbûna Mulazim bi pileya yekem Ebdulrehman Emîn Şêxmûs ragihand, û da zanîn ku bi destê çeteyên PKKê bi êrşeke newêrek û xiyanet li rêbendeke hêzên Pêşmerge li navçeya Amêdiyê gundê Ser Gilî hat şehîdkirin.
Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj anî ziman ku şehîd Ebdulrehman Emîn Şêxmûs di lîweya yekê fewca sêyem di nav hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de cihê xwe digirt.
Li gor zaniyariyên ber deatê ARKê ketine ku şehîd Pêşmerge ji şêniyê Bakurê Kurdistanê ye.